Urdun û Tûnis ji Amerîkayê bi 625.8 mîlyon dolarî sîlih kirîn
PeyamaKurd- Ajansa Amerîkayê ya bergiriyê û hevkariyê ragihand ku wezareta karên derve ya Amerîkayê bo Tûnisê bi bihayê 325.8 mîlyon dolarî 4 balafirên bombebaranê yên sivik û bo Urdunê bi bihayê 300 mîlyon dolarî ‘Sîstema Nivîsandina Doneyên Taktîkî yên Topên sehayê yên Pêşkeftî’ biryarê daye da bifroşe. Ajans mijarê weha ragihand:
“Wezareta karên derve ya Amerîkayê biryarê da ku di çarçoveya firotina alavên leşkerî bo derve, bi bihayê 325.8 mîlyon dolarî 4 heb balafirên sivik yên êrîşê AT-6C Wolverine bifroşe Tûnisê.”
Teblîxata ku şande kongreyê, di alavên firotinê de sîstemên kontrolê yên elektronîk û bombeyên bi kontrol û 3 hezar 290 heb ‘sîstema sîlihan ya pêşkeftî ya lêdanê’ û bo balafiran motorên îhtiyadî hene.
Di beyaneka dinê ya ajansê de, bo Urdunê 700 heb ‘sîstema nivîsandina doneyên taktîkî yên topên sehayê’ firotina wan hatiye tesdîq kirin.
Bo pêvajoya van firotanan temam bibin, divê heya 30 rojan ti kes li van biryaran îttîrazê neke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin