Ji DYAyê ji bo Taywanê pakêta alîkariyê ya 567 mîlyon dolarî
PeyamaKurd - Koşka Spî ragihand ku ji ber ku Çînê zextên siyasî û leşkerî li ser Taywanê zêde kiriye, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden, ji bo xwe biparêze, ji bo Taywanê pakêteke nû ya alîkariyê ya bi 567 milyon dolarî pejirandiye.
Di daxuyaniya Qesra Spî de hate diyarkirin ku Biden, destûrê daye Wezîrê Derve yê DYAyê Antony Blinken da ku ji bo parastin û perwerdehiya leşkerî, 567 milyon dolarî bide Taywanê.
Di daxuyaniyê de di derbarê naveroka pakêtê de agahî nehatin dayîn.
Rêveberiya Joe Biden, di meha Avrêlê de jî, ji bo alîkariya leşkerî, bi mîlyaran dolarî dabû Taywanê.
Çîn Taywanê weke parçeyekî xaka xwe dibîne. Rêveberiya Çînê bi rik ragihand ku "ger hewce bike, ji bo Taywanê ji helwesta wê ya veqetînê vegerîne, ew ê hêz bikar bînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin