DYAyê alîkariyên xwe yên ji bo Sengalê ragihand

18 August 2024 18:23 0 dîtin
DYAyê alîkariyên xwe yên ji bo Sengalê ragihand

PeyamaKurd - Konsulxaneya Giştî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Hewlêrê da zanîn ku wan ji nîvê 2018an û vir ve, piştgirî dane 100 dibistan û 30 navendên tenduristiyê li Şengalê.

Konsulxaneyê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku wan ji nîvê sala 2018an vir ve, bi ser Ajansa DYAyê ya Pêşketina Navneteweyî (USAID) ve, bi awayekî çalak beşdarî çareserkirina pirsgirêkên li Şengalê bûne.

Konsulxaneyê diyar kir ku USAIDê bi hevkariya civakên xwecihî, 82 destpêşxerî ji bo baştirkirina xizmetguzariyên giştî yên navçeya Şingalê kirine.

Konsulxaneya DYA ya Hewlêrê di daxuyaniya xwe de got: “Ev destpêşxeriyên hanê, piştgiriya nêzîkî 100 dibistan, 30 navendên tenduristiyê û hejmareke mezin ji xizmetguzariyên din ên wek av, şaredarî, elektrîk û çandiniyê kirin. Van hewlan ji bo vegera malbatên Êzdî ku jîngeheke guncav peyda bikin hatin çêkirin.