Xêza çapa yekem a Harry Potter bi 1,9 mîlyon dolarî hat firotin

27 June 2024 10:52 0 dîtin
Xêza çapa yekem a Harry Potter bi 1,9 mîlyon dolarî hat firotin

PeyamaKurd – Wêneyê resen a avê ku ji bo çapa yekem a Harry Potter û Kevirê Felsefê ku yekem pirtûka rêzefîlmê ye ku li çaraliyê cîhanê rekorên firotanê şikand, hatî çêkirin, bi 1,9 mîlyon dolarî bû "berhemê herî bi qîmeta Harry Potterê ku di mezadê de hatî firotin."

Li gorî nûçeya BBC, di daxuyaniya ku ji aliyê mala mezadê "Sotheby's" ve hatiye dayîn de hatiye gotin ku tê payîn ku ev kar bi 400 heta 600 hezar dolarî were firotin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mezad di 10 deqîqeyan de qediya û wêneyê avê yê orîjînal a çapa ewil a Harry Potter û Kevirê Felsefeyê bi 1,9 milyon dolarî hat firotin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berhema ku di mezadê de kiriyar dîtiye "berhemê herî bi qîmeta Harry Potterê ye ku heta niha di mezadê de hatiye firotin."