Harry Potter bi formata rêzefîlm li ekranan vedigere
PeyamaKurd - Pêvajoya bijartina leyztikvanan a rêzefîlmê Harry Potterê ku ji bo sînemayê jî ji rêzepirtûkên nivîskara Îngilîz J.K. Rowlingê hatibû honandina, dest pê dike.
Kompaniya Weşanê ya Amerîkî HBOyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê bijartina leyztikvanan bi şêwazeke berfireh bê kirin.
Şertên karakteran
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê karakter li gor potansiyela tevlîbûn û cihêrengiyê bêne diyarkirin û bêyî şertên etnîk, zayendî, kêmendamiya laşî, nijad û meyla zayendî, wê her kes dikaribe ji bo rolan serlêdanê bike.
Ji bo karakterên sereke yên rêzefîlm ên wek; Harry Potter, Ron an Hermione, sînorê temen nehate destnîşankirin jî, divê karakter di Avrêla 2025an de di temenê 9 û 11î de bin.
Her wiha divê karakter yan li Brîtanya yan jî li Îrlandayê bijîn û ji kesên ku dixwazin serlêdana rolan bikin du vîdeo têne xwestin.
Di yek ji van vîdyoyan de ji wan tê xwestin ku "helbestek an çîrokek kurt" bixwînin û di vîdyoya din de jî ji wan tê xwestin ku li ser xwe biaxivin.
Her wiha ji zarokên ku wê beşdarî bijartinê bibin tê xwestin ku bi devokên xwe serlêdanê bikin.
Dîroka weşanê ya rêzefîlm hîn ne diyar e, lê belê di banga guhdarîkirinê de tê gotin ku tê plankirin rêzefîlm di navbera salên 2025 û 2026an de li Îngilîstanê bê kişandin.
Nivîskara rêzefîlm, Francesca Gardiner, û derhêner, Mark Mylod, beriya niha di rêzefîlmê Succession ku gellek xelatan wergirtibû jî bi hev re xebitîbûn.
"Ez ê wekî her kesî temaşe bikim"

Her wiha tê gotin ku rêzefîlm wê ji 7 sezonan pêk bê û di her sezonê de wê pirtûkek ji rêza Harry Potter bê pêşkêşkirin.
Daniel Radcliffe, Emma Watson û Rupert Grint sê rolên sereke yên ku di goncivîna Herry Potter a sînemayê di leyîztibûn.
Radcliffe, ku rolê Harry Potter wergirtibû, berê gotibû ku ew ji hilberîna di formata rêzefîlmê de xweşbîn e, lê belê xema xwe anî ziman û got: "Ez bawer nakim ku ez di rêzefîlm de xuya bikim."
Daniel Radcliffe got, "Ez kêfxweş im ku mîna her kesên din, rêzefîlm ji dûr ve temaşe dikim."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin