Amerîka bi 1 mîlyar dolarî sîlih disîne Ûkraynayê
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony J. Blinken, ragihand ku ji enwantera artêşa Amerîkayê bi bihayê 1 mîlyar dolarî sîlih û muhîmmat ji bo Ûkraynayê veqetandine. Wezareta karên derve ya Amerîkayê bi nivîskî weha got:
“Tevî di ser êrîşa ser Ûkraynayê de nêzî 6 meh derbas bûye, Rûsya dewam dike bajar û gundên Ûkraynayê îmha dike. Serokê Amerîkayê Joe Biden li hemberê Rûsya êrîşker Ûkraynayê diparêze û heya pêdivî hebe wê aşkera xelkê Ûkraynayê destek bike. Di erka serokê Amerîkayê de, wê ji artêşa Amerîkayê ji bo Ûkraynayê alîkariya sîlih û muhîmmatan ya herî mezin, bi îzna wî ya ku daye bêkirin.
Amerîka ji meha tebaxa 2021 ê heya niha, 18 car bi temamî bi miqdarê 9.8 mîlyar dolarî sîlih û mûhîmmat daye Ûkraynayê û 1 mîlyara ku niha hatiye veqetandin wê bibe alîkariya herî mezin di nav yên borî de.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin