Amerîka bi 7 mîlyar û 480 hazar dolarî sîlih difrose

07 July 2020 01:41 0 dîtin
Amerîka bi 7 mîlyar û 480 hazar dolarî sîlih difrose

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku wan biryar daye bi bihayê 7 mîlyar û 480 hezar dolarî sîlihan bifroşe Fransa, Îsraîl, Endonezya, Arjantîn û Lîtvanya yê. Ajansa ewlekarî û Hevkariyê ya Amerîkayê biryara firotina sîlihan weha ragihand:

“Wezareta karên derve biryarê da ku bi 2 mîlyar dolarî, 3 balafirên pêşkeftî yên Hawkeye E-2D û alavên wê bifroşe Fransayê. Bo Endonezyayê bi miqdarê 2 mîlyar dolarî 8 helîkopterên tîpa MV-22 Osprey difroşe. Di nava perçeyên helîkopteran de 24 motorên îhtîyadî, 2 radarên tîrêjî, 20 sîstemên fuzeyan yên hişyariyê û 20 radarên ku hişyariyê weldigrin hene. Bo Îsraîlê 990 mîlyon galon benzîna jetan firotiye. Bo Lîtvanyayê bi bihayê 380 mîlyon dolarî 6 helîkopterên 6 UH-60 firotine. Bo Arjantînê jî bi bihayê 100 mîlyon dolarî 27 alavên ku xebatkaran hildigrin firotine.”

Piştî biryara firotina van alavên leşkerî, wezaret bo Kongre ya Amerîkayê agahiyên firotina alavan şand.