Amerîka bi 1.8 mîlyar dolarî sîlih firot Hindistanê

11 February 2020 02:44 0 dîtin
Amerîka bi 1.8 mîlyar dolarî sîlih firot Hindistanê

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Amerîkayê bo firotina bi bihayê 1.8 mîlyar dolarî sîlih bo dewleta Hindistane tesdîq kir. Sîlihên ku difroşe yên “Sîstema Parastina Hewayî ya Hevgirti”ye.

Di nava paketa firotina sîlihan de, 5 heb sîstema parastina hewayî ya hevgirtî an ku entegre,118 AMRAAM AIM-120C fuze, 7 AMRAAM sîstema bi kontrol hene. Di paketê de 134 fuze yên Stinger FIM-92L, 34 heb tivingên êrîşê yên tîpa M4A1, 40 hezar 320 5,56 mm fişek û ekîpmanên din hene.

Bo firotina van sîlihan temam bibe divê kongre di nava 30 rojan de li dij dernê.