Amerîka zêdetirê 800 mîlyon dolarî alîkariya mirovî dide xelkê Sûriyê
PeyamaKurd – Nûnera Amerîkayê ya li Neteweyên Yekgirtî Linda Thomas Greenfield, li Belçîkayê li Brukselê li tevlî konferansa bi navê destekkirina Sûriyê bû. Greenfield ragihand ku li Sûriyê ji her wextî zêdetir pêdiviya xelkê bi tiştên mirovî heye û bangî civaka navdewletî kir ku destekê bidin gelê Sûriyê.
Greenfield her weha hişyariyê da û got ku dibe bi sedema şerê Rûsya û Ûkraynayê, di ewlehiya xidayan de li seranserê dinyayê pirsgirêk çêbibin û bihayê xidayan li Rojhilata Navîn û Afrîkayê bi endîşeye. Nûner, her weha got bihayê tiştan bandorê li Sûriyê dike û ji ber wêye alîkariya mirovî ya Sûriyê bêhtir girînge.
Greenfield di axaftina xwe de got ku wê Amerîka ji bo xelkê Sûriyê zêdetirê 800 mîlyon dolarî alîkariya mirovî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin