Amerîka bi 350 mîlyon dolarî alîkariya leskerî dide Ûkraynayê
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku ji bo 350 mîlyon dolar alîkariya artêşa Ûrkaynayê ya leşkerî bikin, erkê daye wezareta bergiriyê ya Amerîkayê, Pentagonê. Blinken ragihandina xwe nivîskî kir û weha got:
“Milletê Ûkrayna desthilat, demokrat û aştîxwaze. Piştî Ûkrayna serxwebûna xwe ji Yekîtiya Sowyetê sitend, ev 30 sale hevpariya me dewam dike. Di sala 2014 an de piştî Rûsya Kirimê îşxal kir, alîkariya Amerîkayê ji bo Ûkraynayê zêdetir bû.
Îro Ûkrayna li hemberê êrîşên Rûsya yên zalimane û bê sebeb, bi wêrekiya xwe û bi şerefa xwe şer dike û min jî bi erka ku ji serok Biden sitend, wezareta bergiriyê kir desthilat da ji artêşa Ûkraynayê re alîkariya leşkerî ya lezgîn bike.”
Blinken ragihand ku bi vê alîkariyê re, di nav salekî de, dike bi miqdarê yek mîlyar dolarî ku alîkarî didin Ûkraynayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin