Amerîka nema 300 mîlyon dolar alîkarî dide Pakistanê
PeyamaKurd- Pentagon ragihand ku di çarçoveya têkoşîna li dijî teröre de, alîkariya bi miqdarê 300 mîlyon dolarî dê bida Pakistanê, nema dide. Sedema nedayîna pera ew e ku Pakistan li dijî terorê têra xwe têkoşînê nade.
Li gor ragihandina Pentagonê eger kongre vê biryarê qebûl bike, wê ev pere bidin sehayên din yên dereca yekem. Di 5 ê êlûnê de wê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo here Pakistanê. Dibe ku Pompeo mijara alîkariyê di hevdîtinan de li dijî wan bikarbîne.
Ji sala 1989an û vir de pêwendiyên Amerîka û Pakistanê baş nameşin ji ber 5 pisporên atomî yên NASAyê ku bi eslê xwe Pakistanîbûn ji Amerîkayê reviyabûn û li Pakistanê santralên atomî yên xwe danîbûn. Hem Pakistan weka baregeha gelek partî û grûbên çekdare ku li Pakistanê dimînin. Pakistan wan grûban li dijî Afxanistan, Îran û dewletên cîran bikartîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin