Amerîka bo berlêgirtina koronavîrusê 100 mîlyon dolar alîkarî dike

08 February 2020 01:50 0 dîtin
Amerîka bo berlêgirtina koronavîrusê 100 mîlyon dolar alîkarî dike

PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê ragihand ku ew amade ne bo berlêgirtin û tedawiya nexweşên koronavîrusê 100 mîlyon dolar alîkariyê bidin Çînê û welatên ku nexweşîn lê belav bûye.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di ser hesabê xwe yê twitterê de, bi nivîskî peyamekî belav kir û got dê alîkarî bo kontrolkirina vîrusê û têkoşîna pêre bêkirin. Pompeo got ku wê alîkarî di ser rêxistin û fonên ku hene de, raste rast bêkirin. Pompeo weha dewam kir:

“Li dinyayê ciyên ku mane, bila bikevin bin soza me. Em ê bi hevre bixebitin û vê tehdîda mezin bixin bin kontrolê”

Heya niha ji vîrusê 637 kes mirine û vîrus gihaye 31 hezar û 161 kesî.