Pistgiriya leskerî ya nû ya 500 mîlyon dolar ji Amerîkayê ji bo Ukraynayê

28 June 2023 12:58 0 dîtin
Pistgiriya leskerî ya nû ya 500 mîlyon dolar ji Amerîkayê ji bo Ukraynayê

PeyamaKurd Amerîkayê ji envantera xwe pakêteke piştgiriya leşkerî ya bi qasî nîv mîlyar dolarî ji Ukraynayê re ragihand.

Cîgira Berdevkê Qesra Spî Olivia Dalton di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Dalton da zanîn, Amerîka wê alîkariyên leşkerî yên nû bide Ukraynayê diyar kir, di pakêta nû de alavên pûçkirina mayînan, wesayitên zirxî û topavêj hene.

Herwiha destnîşan kir, di pakêtê de cebilxaneyên zêde jî ji bo Sîstema Roketên Topbarana Bilind (HIMARS) û ji bo xurtkirina berevaniya esmanî li hember êrîşên rokêtan hene.

Dalton eşkere kir: "Wek ku Serok (Joe) Biden roja Yekşemê ji (Serokê Ukrayna Volodymyr) Zelenskiy re got, em piştgiriya Ukraynayê didomînin ku serwerî û yekparçebûna axa xwe li hember êrîşên Rûsyayê diparêze."

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) jî hûrgiliyên pakêta alîkariya leşkerî eşkere kir.

Pentagonê da zanîn, pakêta navborî 41emîn alîkariyên leşkerî yên artêşa Amerîkayê ye ku ji envantera wê hatiye çêkirin, Pentagonê ragihand, ev alîkarî 500 milyon dolar e.