Pistgiriya leskerî ji Amerîkayê: Wesayîtên zirxî hatin radestkirin!
PeyamaKurd – Amerîkayê 2 wesayîtên zirxî radestî rêveberiya cûntaya Malî kir, da ku di "operasyonên antî-terorê" de bên bikaranîn.
Amerîkayê di çarçoveya "têkoşîna li dijî terorê" de 2 wesayîtên leşkerî yên zirxî diyarî Maliyê kir.
Hat diyarkirin, wesayîtên leşkerî yên mijara gotinê wê bikevin xizmeta Hêza Mudaxeleya Taybet a Cendirmeyên Neteweyî ya Malî. Ji xeynî wesayita leşkerî, ji bo cendirmeyên Malî jî kelûmeleke tamîrê û parçeyên yedek hatin dayîn.
Wê li dijî komên cîhadîst bên bikaranîn
Li gorî daxuyaniya Balyozxaneyê, wesayîtên leşkerî yên zirxî wê bikevin destê ekîbên cendirme yên ku li Maliyê li dijî komên cîhadîst operasyonê dikin.
Li gor daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Maliyê, di çarçoveya bernameya hevkariyê ya navbera Amerîka û Maliyê de ji bo "têkoşîna li dijî terorê" bi bandor be, ji cendirmeyên Malî re alîkarî hat kirin.
Tê pêşbînîkirin ku ev wesayît dê di operasyonên berdewam ên li dijî komên cîhadîst ên li Malî de werin bikaranîn ku van demên dawî qada çalakiya xwe zêde kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin