Pistgiriya 10 partiyên Tirkmen ji bo biryara PDKê!

19 March 2024 09:29 0 dîtin
Pistgiriya 10 partiyên Tirkmen ji bo biryara PDKê!

PeyamaKurd – Partiyên siyasî yên Tirkmenan diyar kirin ku ew piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dikin, ku ji ber biryarên Dadgeha Federalî ya li dijî Herêma Kurdistanê û betalkirina kotaya ku ji bo pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê de hatiye dayîn, biryar da ku beşdarî hilbijartinan nebe.

Îro 10 aliyên siyasî yên Tirkmenan bi daxuyaniyeke hevbeş piştgîriya xwe bo biryara Mekteba Siyasî ya PDKê ya ji bo beşdarnekirina hilbijartinên bê yên parlementoyê nîşan dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Wan helwesta Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê ya ji bo piştgirîkirina mafên destûrî yên gelê Tirkmen bilind nirxand."

Partiyên Tirkmenan biryara xwe ya boykotkirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dubare kirin û gotin, “Dadgeha Federal jî Komîsyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê hilweşand û sîstema hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê guhert. Dadgehê bi vî awayî şûna şaxên qanûndanîn, cîbicîkar û dadwerî girt.”

Partiyan tekez kirin ku ew piştgiriya helwesta PDKê dikin û got, "Em bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanî dikin ku di heman eniyê de bin û li dijî biryarên nedestûrî û neqanûnî yên Dadgeha Bilind a Federal bibin yek helwest."

Partiyên Tirkmen ên ku ev deklerasyon weşandine wiha ne:

Tevgera Tirkmen a Serbixwe, Partiya Reforma Tirkmen, Partiya Gelê Tirkmen, Komeleya Çanda Tirkmen, Partiya Neteweyî ya Tirkmen, Tevgera Demokratîk a Tirkmen, Partiya Geşepêdana Tirkmen, Partiya Rizgariya Neteweyî ya Tirkmen, Partiya Demokrat a Tirkmen, Komeleya Lîberal a Tirkmen û Partiya Reform a Tirkmen.