Erdogan bi 5 serokên partiyên Tifaqa Cumhur re civiya

16 May 2023 20:40 0 dîtin
Erdogan bi 5 serokên partiyên Tifaqa Cumhur re civiya

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê û namzedê hilbijartinên serokomariyê Recep Tayyip Erdogan, bi rojeva encamên hilbijartinan bi serokên 4 partiyên nav Tifaqa Cumhur re civiya.

Hat ragihandin ku Erdogan cuda cuda ligel Serokê MHPê Devlet Bahçeli, Serokê BBPê Mustafa Destici, Serokê DSPê Onder Aksakal, Serokê HUDA Parê Zekerya Yapicioglu û Serokê Yeniden Refahê Fatîh Erbakan re hevdîtîn pêk anîn.

Di hevdîtinên ku li Koşka Serokomariyê ji medyayê re girtî hatin kirin de, encamên hilbijartinên 14ê Gulanê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî agahiyan, di hevdîtinan de, ji bilî encamên hilbijartinên parlamentoyê gera duyem a hilbijartina serokomariyê ku 28ê Gulanê tê lidarxistin û amadekariyên wê hatiye gutûgokirin.