AK Partî: HUDA-PAR ne di nav Tifaqa Cumhur de ye

26 April 2023 17:30 0 dîtin
AK Partî: HUDA-PAR ne di nav Tifaqa Cumhur de ye

PeyamaKurd – Wekîlê Serokê Koma AK Partiyê Bulent Turan, ragihand ku Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) ne di nav Tifaqa Cumhur a ji partiyên AKP, MHP, BBP û Yeniden Refahê de ye.

Li ser pirsên derbarê HUDAPARê û Tifaqa Cumhur de, Bulent Turan, wiha axivî:  “HUDA PAR partiyeke cuda ye. Me tifaqek çêkir, Tifaqa Cumhur. Me tifaq bi Rêzdar Erdogan, Bahçelî, Destici û Erbakan re kir. Tifaqeke me ya bi HUDA PAR re nîne. HUDA PARê biryara piştevaniya Erdogan daye.”

Hêjayî gotinê ye, her çiqa derveyî tifaqa Cumhur bê nîşandan jî namzedên parlamenteriyê yên HUDAPARê di bin banê AK Partiyê de dikevin hilbijartinên 14ê Gulanê û tê çaverêkirin, Serokê Giştî yê HUDAPAR Zekeriya Yapicioglu û çend kesên din wekî parlamenter ji nav AKPê bên hilbijartin.