HUDAPAR û Yeniden Refahê ji bo Tifaqa Cumhur biryara xwe ya dawî dan
PeyamaKurd – Partiya Yeniden Refah a kurê Necmedîn Erbakan, Fatih Erbakan seroktiya wê dike, îro 24ê Adarê bi fermî derbasî Tifaqa Cumhur bû.
Hevdem Serokê HUDAPARê Zekerya Yapicioglu ku beriya niha piştgiriya xwe bo namzediya Erdogan eşkere kiribû, ragihand ku ew dê ji lîsteyên AK Partiyê bikevin hilbijartinên 14ê Gulanê.
Serokê Yeniden Refahê piştî serdana heyeta AK Partiyê biryara derbasbûna Tifaqa Cumhur da ku çend roj berê li hev nekiribûn û Fatih Erbakan jî namzediya xwe ya bo serokomariyê ragihandibû. Hat zanîn ku beriya ku saetek ji pêşkeşkirina protokola tifaqan li gorî bernameya hilbijartinê bimîne, Yeniden Refah beşdarî Tifaqa Cumhur bûye.
Herwiha Serokê HUDAPARê Yapicioglu jî îro 24ê Adarê ragihand ku ew dê di nav Tifaqa Cumhur de, bi lîsteyên AK Partiyê bikevin hilbijartinên 14ê Gulanê û piştgiriyê bidin Erdogan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin