DEM Partî li dijî HUDA PARê dozê vedike

25 July 2024 18:08 0 dîtin
DEM Partî li dijî HUDA PARê dozê vedike

PeyamaKurd – Parlamentera Diyarbekirê ya DEM Partiyê Adalet Kaya, ragihand ku ew dê li dijî rayedarên Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ên li Diyarbekirê şaredarî û partiya wan sûcdar dikin, doza gilî vekin.

 Adalet Kaya ligel Hevserokên DEM Partî yên Diyarbakerî civîneke rojnamevanî li dar xist û bal kişand ser êrîşên vê dawiyê yên ser kafe, hewz û kargehên li bajêr û daxuyaniyên rayedarên HUDA PARê.

Kaya got, "Emê li hember êrîşan û gotinên ku me hedef digrin, doza gilî bikin. Ger yek ji wan pêkhateyan zirarê bide kesekî berpirsiyarî li ser Wezîrê Dadê û Wezîrê Navxwe ye.”

Parlamentera DEM Partiyê, bal kişand ser gotinên Serokê rêxistina HUDA PAR a Diyarbekirê Zeynul Abidin Gulsever yên wekî; piştî şaredarî ketiye destê DEM Partiyê li parkan çalakiyên bêehlaqî zêde bûne, kursên Qûranê hatine girtin û li ser kafeyên rastî êrîşan hatine jî gotibû, di destê baronên tilyakê yên DEM Partiyê de ne.

Kaya, li ser îdiayan got ku tevî hîn 4 meh in şaredarî guhertine jî helwesteke çetewarî li hember wan tê nîşandan û ji HUDA Parê jî pirs kir, bê ew li ku dera wê pêkhateya çetewarî ya şaredariyên DEM Partiyê hedef digre de ne.