Rapirsiya Bakur: Rêjeya dengên HEDEP, AK Partî û HUDAPARê çiqas e?
PeyamaKurd – Kompaniya Sosyo Polîtîk a lêkolînan beriya hilbijartinê xwecihî yên Adara 2024an li bajarên Bakurê Kurdistanê di navbera 27 Cotmeh – 1 Mijdarê de, rapîrsînek pêk anî.
Kompaniya Lêkolînan a Sosyo Politik rapirsiya xwe li bajarên Diyarbekir, Mêrdîn, Riha, Wan, Batman, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Mûş, Çewlig, Bedlîs, Qers, Dêrsim û Îdirê encam daye.
Di rapirsiyê de pirsa ‘Hûnê di hilbijartinên Adara 2024an de dengê xwe bidin kîjan partiyê?’ hatiye kirin.
Di encama rapirsînê de derkete holê ku HEDEPê li gorî hilbijartinên 2019an rêjeya dengên xwe zêde kirine, rêjeya dengên AK Partiyê kêm bûye û rêjeya dengên HUDAPARê jî wekî xwe ango di %0,2 de maye.
Li gorî encaman HEDEPê %9,2 dengên xwe zêde kirine, yên Ak Partîyê %5 kêm bûne û HUDAPAR jî wekî xwe di rêjeya %0,2 de maye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin