Rapirsiya WSJ: Rêjeya dengên Trump yên Biden derbas kir

10 December 2023 18:04 0 dîtin
Rapirsiya WSJ: Rêjeya dengên Trump yên Biden derbas kir

PeyamaKurd – Di rapirsiya rojnameya Wall Street Journal (WSJ) a Amerîkî de, rêjeya dengên serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ji ya Serokê Amerîka Joe Biden derbas kir.

Li gorî rapirsiya WSJê ya bo hilbijartinên seroktiyê yên 2024an hatiye kirin, rêjeya dengên Trumpê ku gotiye ew dê dîsa bibe namzedê seroktiyê ji ya Biden derbas kiriye û gihîştiye ji sedî 47an. Herwiha Biden jî di rapirsiyê de ji sedî 43yê dengan werdigire.

Hêjayî gotinê ye, namzediya Trump û Biden ji ber hin dozên li ser wan û malbata wan dewam dikin di xeterê de ye û dibe herdu jî nikaribin bibin namzedên hilbijartinên seroktiyê yên 2024an.

Li aliyê din, gelek kesên demokrat ji Biden nerazî ne, lê li beramberê wî alîgiriyên Portiya Komarî jî dibêjin, heger Trump ji nû ve bibe namzed ew ê dengê xwe bidinê.