Du rapirsîyên gera duyem eskere bûn: Rêjeya dengên Erdogan û Kilicdaroglu çi ye?

25 May 2023 19:38 0 dîtin
Du rapirsîyên gera duyem eskere bûn: Rêjeya dengên Erdogan û Kilicdaroglu çi ye?

PeyamaKurd – Kompaniyên Lêkolînên Civakî yên bi navên Konda û Asal, rapirsiyên xwe yên ji bo gera duyem a hilbijartina serokomariya Tirkiyê ku 28ê Gulanê roja Yekşemê tê lidarxistin, eşkere kirin.

Li gorî encama rapirsiyên ku beriya hilbijartinan bi 3 rojan hatine eşkerekirin de, Serokomar Recep Tayyip Erdogan ku namzedê Tifaqa Cumhur e, li pêşiya namzedê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu ye.

KONDA

Recep Tayyip Erdogan: %52,7

Kemal Kilicdaroglu: %47,3

Kondayê ev rapirsiya xwe, di navbera 20-21ê Gulana 2023an de, li 154 tax û gundên 108 navçeyên 34 bajaran û bi 3607 beşdariya rûbirû ya 3607 kesan pêk aniye.

ASAL

Recep Tayyip Erdogan: %53.4

Kemal Kılıçdaroğlu: %46.6

Kompaniya Asalê ev rapirsî di navbera rojên 19-24ê Gulana 2023yan de, li 26 bajaran bi 2 hezar û 184 kesan re kiriye.

Ji bo namzedek bibe serokomar pêwîstî bi %50+1ê dengan heye ku di gera yekem de, Recep Tayyip Erdogan %49,5 û Kemal Kiliçdaoglu jî %44,89 dengan bi dest xistibû û hilbijartina serokomar mabû gera duyem.