Rapirsiya Spectrum House: Dengên CHP, DEM û AK Partiyê çiqas in?
PeyamaKurd - Navenda Raman û Lêkolînê ya Spectrum Houseyê, di navbera 1 û 9ê Cotmehê ya 2024an de li hinek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rapirsiyek pêk anî.
Di rapirsiya ku bi 2 hezar û 235 kesan re hatiye kirin de, CHP partiya yekem e, AK Partî duyem e û DEM Partî jî sêyem e.
Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin bê kirin hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye kirin.
Piştî rêjeya ji sedî 16,2 a bêbiryaran li ser partiyan hatiye dabeşkirin, rêjeya dengên partiyan wiha derketiye:
CHP: Ji sedî 33,5
AK Partî: Ji sedî 27,1
DEM Partî: Ji sedî 10,6
MHP: Ji sedî 9,5
Partiya Zaferê: Ji sedî 5,6
Yenîden Refah: Ji sedî 5,2
ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,5
Di rapirsiyê ji sedî 58,5ê beşdaran xwestiye hilbijartina pêşwext bê kirin û ji sedî 41,5 jî nexwestiye.
Dîsa ji sedî 71,7ê beşdaran gotiye rewşa wan a aborî di saleke dawî de xirabtir bûye û ji sedî 16,4an gotiye neguheriye û ji sedî 11,9an jî gotiye rewşa wan a aborî baştir bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin