Rapirsiya 9 kompaniyan: Ew namzed, dengên xwe zêde dike
PeyamaKurd- Rêjeya rapirsiya hilbijartinên serokomariyê yên Tirkiyeyê, ji aliyê 9 kompaniyên cuda yên rapirsiyê ve hatin kirin û encamên wê hatin parvekirin.
Li gorî encamên rapirsiyên ku tên kirin, hilbijartinên serokomariyê, dimînin gera duyemîn. Ji ber vê jî kompaniyên rapirsiyê, lêkolînên xwe li ser hev dewam dikin.
Li ser tora medyaya civakî ya Twîtterê, li ser rûpela “Rapirsî û Raport” encamên rapirsiyên 9 kompaniyan ên li ser hilbijartina serokomariyê hatine kirin, hatin hesibandin.
Li gorî rapirsiyên kompaniyên lêkolînê yên AR-G, ArtiBir, Asal, Avrasya, MAK, Optimar, ORC, Saros û Yoneylemê, di gera yekemîn de encamên ku li ser 4 namzedan derketine holê, ev in:
Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 48,3
Recep Tayîp Erdogan: Ji % 43,8
Muharem Înce: ji % 5,5
Sînan Ogan: Ji % 2,2

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin