Rapirsîna dawî ya bê Înce hat eskerekirin! Zêdebûna dengên wî namzedî!

13 May 2023 12:34 0 dîtin
Rapirsîna dawî ya bê Înce hat eskerekirin! Zêdebûna dengên wî namzedî!

PeyamaKurd – Rêveberê Rapora Tirkiyeyê Can Selçukî encamên rapirsîna ku piştî Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce ji namzetiya Serokomariyê vekişiya, parve kir.

Li gorî rapirsîna navborî; Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 50,5ê dengan distîne.

Can Selçukî lêkolîna qada 12ê Gulanê li ser Twitterê parve kir. Rapirsîn di 12ê Gulanê de, rojek piştî vekişîna Înce, li 26 parêzgehan bi 1500 kesan re hat kirin.

Li gorî rapirsîna, namzedê serokomariyê yê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu di tûra yekem de bi rêjeya ji sedî 50,5 bi ser dikeve. Li aliyê din Serokomar Tayyîp Erdogan ji sedî 45,6 ê dengan distîne. Namzedê Tifaqa Ata Sînan Ogan ji sedî 3,9 dimîne.

Encamên rapirsîna nû ya piştî vekişîna Muharrem Înce ev in: <

Muharrem İnce’nin adaylıktan çekilmesinden sonra gerçekleştirdiğimiz anket sonuçlarına göre 14 Mayıs 2023 Cumhurbaşkanlığı seçim tahminimizi paylaşıyoruz. Sonuçların ülkemiz ve tüm yurttaşlarımız için hayırlı olmasını dileriz. @turkiye_raporu pic.twitter.com/PLfuZv9rQm

— Can Selcuki (@CanSelcuki) May 12, 2023

>