RAPIRSÎN | Eger vê Semiyê hilbijartinên gistî çêbibin hûn ê dengên xwe bidin kîjan partiyê?

18 June 2022 16:01 0 dîtin
RAPIRSÎN | Eger vê Semiyê hilbijartinên gistî çêbibin hûn ê dengên xwe bidin kîjan partiyê?

PeyamaKurd – Kompanya Şêwirmendî û Lêkolînan a Asalê, rapirsînek di derbarê hilbijartinên Tirkiyê de belav kir û di rapirsînê de, AKP ji sedî 32.5 û CHP %26.5î dengan bidest dixe.

Rapirsîna Kompanya Şêwirmendî û Lêkolînan a Asalê di navbera 7-14ê Hezîrana 2022ê li 26 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi 3 hezar kesên ku temenê wan di ser 18 salî re hatiye kirin.

Di rapirsînê de, AKP bi rêjeya ji sedî 32,5 di hilbijartinan de herî zêde dengan bidest dixe. Hevpeymanê AKPê yê Hevpeymaniya Cumhur MHP jî ji sedî 8.1ê dengan bidest dixe. Bi vî awayî rêjeya dengên wê hevpeymaniyê dibe %40.6. Li beramber vê CHP jî bi rêjeya %26,5 di rêza duyem de ye û hevpeymanê wê yê Hevpeymaniya Millet ÎYÎ Partî jî ji sedî 12.8ê dengan bidest dixe û rêjeya dengên wê hevpeymaniyê jî dibe 39.3. Bi vê yekê jî 1.3 xal di navbera wan her du hevpeymaniyan de heye.

Herwiha CHP û ÎYÎ Partî bi 4 partiyên opozîsyonê yên  Deva, Seadet, Partiya Demokrat û Gelecekê re biryar dane ku di hilbijartinên bê de hevahengiyê bikin, eger dengên wan partiyan jî bo Hevpeymaniya Millet bên hesabkirin, ew hevpeymanî dikeve pêşiya Hevpeymaniya Cumhur ku niha desthilat e.

Di rapirsînê de ji beşdaran re pirsa, “Eger vê Şemiyê hilbijartinên giştî çêbibin hûn ê dengên xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye pirsîn û di encamê de ev encam derketiye:

AKP: %32.5

CHP: %26.5

ÎYÎ Partî: %12.8

HDP: %11.0

MHP: %8.1

DEVA: %2.3

Gelecek: %1.2

Saaddet: %1.1

Partiyên din: %3.5