Li Yunanîstanê, Hilbijartinên Gistî dest pê kirin

21 May 2023 18:00 0 dîtin
Li Yunanîstanê, Hilbijartinên Gistî dest pê kirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada siyasî ya Yunanîstanê hatin ragihandin, li Yunanîstanê dengdayînên ji bo Hilbijartinên Giştî dest pê kirin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku li seranserê Yunanîstanê, bi qasî 9 milyon û 800 hezar hilbijêr qeydkirî ne.

Hat zanîn ku hilbijêr vê sibehê saet di 07:00an de çûne ser sindoqan û dê ev prose heta saet 19:00an berdewam bike.

Her wiha hat eşkerekirin ku hilbijêrên ku diçin ser sindoqan, dê di navbera 27 partiyên siyasî, 8 tifaq û 1 namzedê serbixwe de vebijêrlên xwe hilbijêrin.

Li gorî pergala hilbijartinê ya li Yunanîstanê, hilbijêr ne tenê partî û tifaqan hildibijêrin, di navbera namzetên parlamenteriyê yên partiyan de jî tercîhên xwe dikin.