Li Yunanîstanê, hilbijartinên herêmî dest pê kirin

08 October 2023 17:31 0 dîtin
Li Yunanîstanê, hilbijartinên herêmî dest pê kirin

PeyamaKurd- Li gorî hat ragihandin, xelkê Yunanîstanê, îro ji bo hilbijartinên herêmî yên diyarkirina şaredar û qeymeqaman, ji saetên sibehê ve çû ser sindoqan.

Hat diyarkirin ku ji bo hilbijartinên herêmî yên li seranserê welêt tên kirin, saet di 07:00 de sindoq hatin vekirin û dengdêr dê bi dengên xwe hem şaredar û hem jî qeymeqamên herêmê hilbijêrin.

Li gorî hat ragihandin, dengdayîn dê heta saet 19:00an berdewam be û li gorî pergala hilbijartinên herêmî yên li Yunanîstanê; lîsteyên namzetan, ne partî, beşdarî hilbijartinê dibin. Ji aliyê din ve partî dikarin ragihînin ku ew piştgiriyê didin hin lîsteyên namzetan.

Her wiha namzetên hilbijartî dê di 1ê Rêbendana 2024an de dest bi kar bikin û 5 salan kar bikin.