Li Îtalyayê, hilbijartinên gistî dest pê kirin

25 September 2022 18:00 0 dîtin
Li Îtalyayê, hilbijartinên gistî dest pê kirin

PeyamaKurd- Li Îtalyayê, hilbijartinên giştî îro dest pê kirin. Li gorî daneyên ji aliyê rayedarên Îtalyayê ve hatin ragihandin, dê ji 50 milyonan zêdetir kes dengên xwe bi kar bînin.

Hilbijartinên Îtalyayê ku li gorî saetên herêmî vê sibehê saet di 07:00an de dest pê kirin û dê heta saet 23:00yê şevê berdewam be, dest pê kirin û hat ragihandin ku dê encamên ne fermî, ji nîvê şevê bi şûn ve werin eşkerekirin.

Li gorî hat ragihandin, dê di van hilbijartinan de Senatoya Komarê ya baskê bilind a ku ji 200 kursiyan pêk tê û 5 salan li ser kar bimîne, tê hilbijartin.

Her wiha baskê bin vê senatoyê ya ku ji 400 kursiyan pêk tê ya Meclisa Nûneran jî dê endamên xwe destnîşan bike.

Her wiha li Îtalyayê, ji bo ku rêveberiya herêmî ya li Grava Sicilyayê jî bê hilbijartin, hilbijartinên herêmî tên kirin.