Li Tirkiye û Bakur hin qedexeyên hilbijartinên 31ê Adarê destpê kirin
PeyamaKurd -Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji aliyekî ve amadekariyên hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê didomin ji aliyê din ve qedexeyên propagandayê jî hêdî hêdî destpê kirin.
Rêgezên derbarê propagandayê de ku ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve hatine diyarkirin, ji îro pê ve ketin meriyetê.
Serbestiya propagandayê wê heta 30ê Adarê roja Şemiyê demjimêr 18.00an dom bike.
Heya ku YSK di şeva hilbijartinê de, di xuleka dawî de, biryara xwe nede, wê di 31ê Adarê demjimêr 23.59an de qedexeyên hilbijartinê bi dawî bibin.
Partiyên siyasî û namzedên serbixwe yên beşdarî hilbijartinê dibin, heta dawiya dema propagandayê wê dikaribin propagandaya devkî, nivîskî an jî dîtbarî bikin.
Rêgezên propagandayê yên ku di 21ê Adarê de ji aliyê YSKê ve hatin ragihandin ev in:
YSK'ê li derveyî perestgeh, avahiyên xizmetên gelemperiyê û qadên ku lijneyên hilbijartinê yên navçeyan destnîşan kirine, propagandaya devkî ya kolektîf qedexe kirdike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin