Rapirsîna hilbijartinên Tirkiyeyê li Almanyayê: Ger Erdogan were hilbijartin...
PeyamaKurd – Li gorî rapirsîna ku li Almanyayê hate kirin, ji sedî 68ê piraniya wan bi fikar in ku ger Erdogan careke din were hilbijartin wê bandorek neyînî li têkiliyên dualî bike.
Ji sedî 68 ê kesên ku beşdarî rapirsîna bi navê "Deutschlandtrend" (Meyla Almanî) ya ku di televizyona giştî ya ARDê de hat weşandin, bûn, nêrîna ku serkeftina Erdogan a hilbijartinê wê ji bo têkiliyên Almanya-Tirkiye krîtîk be parastin.
Di rapirsiyê de jî derketiye holê ku ev nêrîn di nav hemû komên nifûsê de û di nava alîgirên hemû partiyan de heye.
Tenê ji sedî 9ê beşdaran diyar kirin ku mayîna Erdogan li ser peywirê wê bandoreke erênî li têkiliyên her du welatan bike, ji çaran yek (%23) got ku wan nexwestine fikrê xwe diyar bikin an jî ne xwedî nêrîn in li ser vê mijarê.
Rapirsîn rojên Sêşem û Çarşemê bi beşdariya hezar û 220 kesan hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin