Gergerlioglu, êrîsa li dijî HUDA PARê sermezar kir
PeyamaKurd- Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu, êrîşa ku duh li dijî HUDA PARê hatibû kirin, şermezar kir.
Piştî êrîşa ku duh bi kêrê li Edeneyê li dijî Serokê Parêzgeha Edeneyê Salîh Demîr û Serokê Parêzgehê Sacît Pişgin hatibû kirin û di encamê de Sacît Pişgin can dabû, ev êrîş ji aliye partiyên siyasî ve hat şermezarkirin.
Hat diyarkirin ku Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu jî bertek nîşan da. Gergerlioglu, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re bi vî awayî bertek nîşan da:
"Di êrîşa ku li Serokatiya Bajêr a Edeneyê ya HUDA PARê hat kirin de kesek birîndar bû û Serokê Parêzgehê Sacît Pişkin jî hat kuştin. Ez vê êrîşê lanet dikim. Xweda rehmetî bi rehim û kerema xwe şad bike û ez ji xizmên wî re jî sebirê dixwazim. Êrîşa li dijî nûnertiya demokratîk, nayê qebûlkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin