Li Efxanîstanê, li dijî parêzgariyê êrîsa xwekujî hat kirin!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Efxanîstanê hatin ragihandin, li dijî Parêzgariya Badehşanê êrîşeke bombeyî hat kirin. Hat diyarkirin ku cîgirên parêzgar jî di nav de kuştî û birîndar hene.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku li eyaleta Badehşanê ya li bakurê rojhilatê Efxanîstanê, li dijî parêzgariya bajêr êrîşeke bombeyî hat kirin û di encama vê êrîşê de Cîgir û alîkarê parêzgar Mewlewî Nisar Ehmed Ehmedî hatiye kuştin.
Rêveberê Rewşenbîrî û Enformasyonê yê Parêzgeha Bedexşanê Maazeddîn Ehmedî ragihand ku vê sibehê saet di 08:15an de li Meydana Dîwanê ya Feyzabad a navçeya navendî ya parêzgehê, otomobîla ku Cîgirê Walî Ehmedî tê de bû, bûye armanca êrîşê.
Birîndar jî hene
Ehmedî diyar kir ku di encama teqînê de Cîgirê Parêzgarê Badahşanê Mewlewî Nisar Ehmed Ehmedî û kesekî din canên xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku teqîn ji ber êrîşeke xwekujî çêbûye û heta niha tu kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin