Li dijî artêsa Iraqê êrîsa xwekujî: 3 kustî, 3 birîndar

02 September 2022 17:50 0 dîtin
Li dijî artêsa Iraqê êrîsa xwekujî: 3 kustî, 3 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 2yê Îlonê li parêzgeha Enbar a Iraqê li dijî hejmarek leşkerên artêşa Iraqê êrîşeke xwekujî hatiye kirin.

Li gorî çavkaniyên medya herêmî, êrîşa dema operasyoneke artêşa Iraqê li gundewarên parêzgeha Enbarê çêbûye ku li çoltera Rawayê kesekî xwe bi hêzên artêşa Iraqê de teqandiye.

Hat diyarkirin ku li gorî zanyariyên destpêkê, 3 leşkerên Iraqê di encama êrîşê de hatine kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûne.