Rojava | Li dijî YPG û leskerên Amerîkî êrîsa xwekujî

21 January 2019 16:22 0 dîtin
Rojava | Li dijî YPG û leskerên Amerîkî êrîsa xwekujî

PeyamaKurd- Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî karwana leşkerî ya YPG û hêzên Amerîkî êrîşeke xwekujî hat kirin û di encamê de li gor zanyariyên destpêkê 5 şervanan can da û 2 leşkerên Amerîkî birîndar bûn. Herwiha li gor hin çavkaniyên herêmî jî 5 kesên êrîşkar ku nasnameya wan diyar nebûye hatiye kuştin.

Li gor zanyariyan êrîşa dijî karwana leşkerî li gundewarê Hesekê pêk hat û ji bilî hejmarek kuştî, leşkerên Amerîkî jî birîndar bûn.

Ajans France Press (AFP) wekî lezgîn ragihand ku di encama erîşa xwekujî ya dijî karwana leşkerî ya YPG/HSD û hezên Amerîkî de 5 kesan can daye.

Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku di encama êrîşê de, 5 şervanan jiyana xwe ji dest daye û 2 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye îro 21ê Çileyê hatibû ragihandin ku karwaneke leşkerî ya hêzên Amerîkayê ji ser Başûrê Kurdistanê û Hesekê ve ber bi Minbicê bi rê ketiye.