Li Kerkûkê li dijî polîsan êrîsa xwekujî!

30 August 2018 13:11 0 dîtin
Li Kerkûkê li dijî polîsan êrîsa xwekujî!

PeyamaKurd- Li Kurdistanê li herêma Kerkûkê li nehiya Abbasî ya navçeya Hawîcê teqînek çêbû. Di encama teqînê de 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li herêma Kerkûkê li nehiya Abbasî ya navçeya Hawîcê li dijî xala polîsan êrîşeke xwekujî pêk hat. Di encama êrîşê de 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan û hinek polîs jî birîndar bûn.

Piştî êrîşê polîsên ku di teqînê de birîndar bûne, rakirine nexweşxaneyan û hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.