Kûlîs | AK Partî li 3 bajarên mezin bi MHPê re, li bajarên Kurdan jî bi HUDAPARê re dikeve hilbijartinan
PeyamaKurd – Li gorî agahiyên kulîs ên medya Tirk belav kirine, nexşeya hilbijartinên herêmê ya AK Partiyê hêdî hêdî diyar dibe û tê çaverêkirin li 3 bajarên mezin ên Tirkiyê bi namzedên MHPê re, li bajarên Kurdan jî bi HUDAPARê re bikeve hilbijartinê.
Hate diyarkirin ku wê AK Partî li 27 bajarên mezin, MHP jî li 3 bajarên mezin namzedên xwe nîşan bide ku wê AK Partî li bajarên Edene, Mersîn û Manîsayê jî piştgiriya namzedên MHPê bike.
Lijneyên herdu partiyan derbarê mijarê de rapora xwe pêşkeşî Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî kirine.
Tê çaverêkirin di hevdîtina îro ya Erdogan û Bahçelî de, mijara tifaqa hilbijartinên herêmî yên 31 ê Adara 2024an were nirxandin û biryar li ser nexşerêyê bê dayîn.
Li aliyê din di raporê de hatiye diyarkirin ku dê AK Partî li bajarên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê bi Partiya Doza Azad (HUDAPAR) re tevbigere û li deverên dengên HUDAPARê kêm in jî dê piştgiriya namzedên AK Partiyê bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin