Rapirsîna Dawî | Tifaqa AKP-MHPê ji 5 bajarên mezin tenê yekî distîne
PeyamaKurd - Kompaniya lêkolînên civakî Mediar a li Tirkiyê rapîrsîna xwe ya dawî li ser encamên hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê eşkere kir.
Li gor Mediarê Tifaqa Milet (CHP-IYIParti) ji 5 bajarên mezin ên Tirkiyê şaredariyên 4an ji wan qezenc dike û Tifaqa Cumhur (AKP-MHP) jî tenê şaredariya yek ji wan bajaran distîne.
Bajarên ku lêkolîn hatiye kirin Stenbol, Enqere, Îzmîr, Bursa û Antalya ne ku rapirsîn di navbera rojên 8-19ê Adarê de hatiye kirin.
Li gor encamên vê lêkolînê şaredariyên bajarên mezin ên Enqere, Îzmîr, Bursa û Antalyayê Tifaqa Milet distîne, Tifaqa Cumhur jî şaredariya Stenbolê bi 3 pûanên zêdetir distîne ku hîn ji sedî 9ê dengên bêbiryar lê rêjeyê nehatiye zêdekirin.
Encama rapirsîna Mediarê wiha ye:
STENBOL
Tifaqa Cumhur: 46%
Tifaqa Milet: 43%
Yên din: 1.0%
Bêbiryar: 9.42%
ENQERE
Tifaqa Cumhur: 42,86%
Tifaqa Milet: 45,06%
Yên din: 1.84%
Bêbiryar: 10,24%
ÎZMÎR
Tifaqa Cumhur: 37,96%
Tifaqa Milet: 56,20%
Yên din: 1,93%
Bêbiryar: 3,91%
BURSA
Tifaqa Cumhur: 44,72%
Tifaqa Milet: 45,13%
Yên din: 1,33%
Bêbiryar: 8,82%
ANTALYA
Tifaqa Cumhur: 44,92%
Tifaqa Milet: 45,52%
Yên din: 1,10%
Bêbiryar: 8,46%

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin