Tirkiye | Li gorî rapirsîna dawî Tifaqa Milet bi 7 pûanan li pêsiya Tifaqa Cûmhûr e!
PeyamaKurd – Bi qasî 12 mehan ji hilbijartinên Hezîrana 2023yan ên serokatî û parlamentoya Tirkiyê re mane, lê ji ber krîza aborî ku welatî bêzar bûne ji niha ve rojeva hilbijartinan li Tirkiyê germ bûye û her roj rapirsînên nû têne kirin û belavkirin.
Li gorî rapirsîna dawî ya Kompanyaya MAKê Tifaqa Millet a ji partiyên CHP, IYIP û Saadetê pêk tê, bi 7 pûanan ketiye pêşiya Tifaqa Cumhur deshilatdar ku ji AKP û MHPê pêk tê.
Di rapirsiya MAKê ya meha Gulana 2022yan de ku li 63 bajaran ligel 5 hezar û 750 kesan hatiye kirin; ji sedî 61ê beşdaran jî baweriyê bi rêjeyên enflasyonê nayînin û dibêjin enflasyon gelekî zêdetir e.
Encamên rapirsînê û pirsên hatine kirin ev in:
Pirsgirêka herî girîng li welatê me çiye?
• Bihabûna debara jiyanê: %61
• Bêkarî: %10
• Bêdadî: %10
• Pirsgirêkên ehlaqî û civakî: %9
• Yên din: %6
• Bê biryar / Bersiv nîne: %4
Hûn polîtîkayên aborî yên hikûmetê serkeftî dibînin?
• Na: %81
• Erê: %4
• Bê biryar/ Nerîn nîne: %15
Rêjeyên enflasyonê yên têne ragihandin rast in?
• Bi nerîna min nerast in: %61
• Bi ti awayekî nabe rast bin: %17
• Bi nerîna min rast in: %14
• Bê biryar / Bersiv nîne: %8
Erdogan dikare pirsgirêkên aborî yên welat çareser bike, yan opozîsyon?
• Opozîsyon û kadroyên wê: %41
• Erdogan û ekîba wî: %33
• Herdu jî nikarin çareser bikin: %10
• Bê biryar / Bersiv nîne: %16
Di hilbijartina serokomariyê de ger Erdogan car din bibe berbijêr hûn ê çawa tevbigerin?
• Deng nadim: %46
• Deng didim: %37
• Li gor hevrikên wî deng didim: %7
• Bê biryar / Bersiv nîne: %10
Di hilbijartina serokomariyê de, hûnê dengê xwe bidin berbijêr kîjan partiyê?
• Tifaqa Millet: %43
• Tifaqa Cumhur: %36
• Ji xeynî van tifaqan didim berbijêrekî cûda: %8
• Li gor berbijêran nerîna min tê guhertin: %8
• Bê biryar / Bersiv nîne: %5
Sibe hilbijartin bê kirin hûnê dengê xwe bidin kîjan partiya siyasî?
• AKP: %28.3
• CHP: %27.1
• ÎYÎ Partî: %16.1
• HDP: %7.8
• MHP: %6.6
• DEVA: %3.1
• Partiya Pêşerojê: %2.8
• Partiya Zafer: %1.8
• Partiya Seadetê: %1.1
• BTP: %1.4
• Partiya Ji Nûve Refahê: %0.9
• HUDA-PAR: % 0.9
• Partiya Demokrat: %0.4
• BBP: %0.4
• Partiya Memleket: %0.4
• Partiya Guherînê ya Tirkiyê: %0.2
• Yên din: %0.7

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin