Li gorî daneyên OECDyê Tirkiye di qada tenduristiyê de di rêza dawî de ye

27 March 2020 12:59 0 dîtin
Li gorî daneyên OECDyê Tirkiye di qada tenduristiyê de di rêza dawî de ye

PeyamaKurd - Li gorî daneyên Rexistina Geşedan û Hevkariya Aborî OECDyê, Tirkiye di qada tenduristiyê de di nava welatên OECD de welatê herî paşketî ye. 

Li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa corona ya nifşê nû (Covid-19) her roj mirov dimirin herî dawî 16 kesên din mirin û di nava 16 rojan de 75 mirovan jiyana xwe ji dest daye û 3 hezar û 629 mirov bi Covid-19ê ketin.

Tirkiyê budçeyê ji ewlehiyê re xerc dike


Li gori daneyên OECDyê, Tirkiye di qada tenduristiyê dewelatê herî paşketî ye. Tirkiye di qada tenduristî û bijîşkan de dewelata herî kêm e.

Herwiha Tirkiyê ji aliyê leşker û polîsan ve di nava welatên Yekîtiya Ewropa (YE) de serî dikişine.

Li gori daneyên fermî yên OECDyê yên sala 2019an; Li Tirkiyeyê serê polîsekî 211 mirov, serê cendirmeyekî 92 mirov û serê bijîşkekî jî 498 kes dikevin.

Tirkiye bi vê rêjeyê, di nava 36 welatên OECD de welatê herî paşketî ye.

'Tirkiyê di qada polîs û leşkeran de pêşketî û di warê perestar û bijîşkan de paşketî ye'


Di qada polîs û leşkerên dewelatê pêşketî, di warê perestar û bişîjkan de welatê herî paşketî ye.

Li Tirkiyeyê serê her bijîşkekî 498.2 kes û serê her perestarekê 413,2 kes dikevin. 

Herwiha li gorî raporê di sala 2020an de di qada Diyanete de 130 hezar personel hene. Lê hêjmara bijîşkan li Tirkiyeyê 164 hezar kes in.

Herî zêde budçe ji ewlehiyê re tê veqetandin


Li gorî budçeya 2020an, Tirkiye herî zêde budçe ji qada ewlehiyê re veqetand. Ji budçeya 2020'an 58.755.417.000 TL pere ji Wezareta Tenduristiyê re veqetand.

Lê ji Wezareta Parastinê re 53.859.342.000, ji Fermandariya Cendirmeyan re 22.968.117.000, Ji Midûriyeta Polisan re 38.973.189.000 ji Serokatiya Dîyanetê re jî 11.519.609.000 TL pere veqetand.