Enflasyona Tirkiye : TUÎK û ENAG daneyên jihev cuda radigihînin
PeyamaKurd - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) du rêjeyên gelekî jihev cuda yên enflasyonê ragihandin.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG), amarên enflasyona meha Çiriya Paşînê û ya salane eşkere kirin.
TUÎKê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Mijdarê, bi rêjeya ji sedî 3,28 zêde bûye û ya salane jî gihiştiye ji sedî 61,98an.
ENAG jî ragihand ku rêjeya enflasyona meha Mijdarê, ji sedî 5,58 e û ya salane jî gihiştiye ji sedî 129,27an.
Li gorî amarên TUIKê meha Mijdarê herî zêde bi rêjeya ji sedî 10,99an bihayê elektrîk, gaz û berhemên germkirinê zêde bûye û herî zêde bihayê berhemên petrolê bi rêjeya ji sedî 3,52 daketiye.
Herwiha li gorî heman meha sala borî herî zêde bi rêjeya ji sedî 93,7an bihayê berhemên dermanxaneyan zêde bûye û herî zêde bi rêjeya ji sedî 30 bihayê elektrîk, gaz û berhemên germkirinê daketiye.
Li gorî amarên ENAGê yên meha Mijdarê jî herî zêde bi rêjeya ji sedî 11,05an bihayê sektora kêfxweşî û çandê zêde bûye û piştre bi rêjeya ji sedî 9,18an bihayê kelûpelê malan zêde bûye.
Li Tirkiyê bê navber rêjeya enflasyonê zêde dibe û debara welatiyan li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê her roj zehmettir zehmet dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin