Rapirsîna dawî: Rêjeya dengên AKP û MHPê kêm bûye, HDP wekî xwe maye
PeyamaKurd – Li gorî encamên rapirsîna dawî ya kompaniya lêkolînên civakî ya ‘İstanbul Ekonomî Araştırma’ ya meha Gulanê, dengên partiyên deshilatdarên Tirkiyê AKP û MHPê bi awayekî berçav kêm bûne.
Herwiha HDP jî benda hilbijartinê derbas dike û li dor 12%ê dengan distîne.
Di rapirsînê de piştî belavkirina dengên bêbiryaran derketiya holê ku AKP 26.3%ê dengan distîne û MHP jî di rêjeya 6,0%ê dengan de dimîne.
Piştî belavkirina bêbiryaran jî AKP dibe 33.9% û MHP jî bi rêjeya 8.6%î di bin benda hilbijartinê de dimîne.
Li gorî encamên vê rapirsînê piştî belavkirina dengên bêbiryar rêjeya dengan bo partiyên Tirkiyê wiha ye:
- AKP 33,9%
- CHP 22,5%
- İYİ Parti - 15,8%
- HDP 11,9%
- MHP 8,6%
- Partiya DEVA 3,0%
- Yên din 2,2%
- Partiya Gelecek 1,1%
- Partiya Saadet 0,9%

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin