Rapirsîna dawî | Çiqas Kurd dengên xwe didin AKP û HDPê?

22 December 2020 18:07 0 dîtin
Rapirsîna dawî | Çiqas Kurd dengên xwe didin AKP û HDPê?

PeyamaKurd - Kompanya MetroPoll a Rapirsîn û Lêkolînên Civakî li Tirkiyê, rapirsînek li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê çêkiriye ku encamên balkêş derketine.

Li gorî rapirsînê kurd herî zêde dengên xwe didin HDPê û AKPê ku rêjeyeke piçûk di navbera herdu partiyan de heye.

Di rapirsînê de pirsa, “Heger vê Yekşemê hilbijartin çêbibe, dengê xwe didin kîjan partiya siyasî?” hatiye kirin û hilbijêrên partiyan jî li gor netewe û çînên cuda hatine cudakirin.

Li gor rapirsiyê %29.3yê kurdan dengê xwe didin AKPê û ji sedî 32yê hilbijêrên kurd jî dengê xwe didin HDPê.

Kurdên Zaza ji sedî 20 dengê xwe didin AKPyê, ji sedî 30 jî didin HDPê û bi giştî ji sedî 5ê kurdên zaza jî dengê xwe didin Partiya Gel ya Komarî CHPê.

Li gorî encamên rapirsînê rêjeya dengên kurd bo MHPê jî ji sedî 0 derketiye.

Encamên Rapirsînê wiha:

AKP

%29.7 Tirk

%29.3 Kurd

%20 Kurdên Zaza

%39 Ereb

%15.8 Koçberên Balkanê

%22.2 Koçberên Kafkasyayê

CHP

%19.2 Tirk

%3.7 Kurd

%5 Kurdên Zaza

%17.1 Ereb

%26.3 Koçberên Balkanê

%0 Koçberên Kafkasyayê

ÎYÎ Partî

%10.6 Tirk

%0.3 Kurd

%0.9 Kurdên Zaza

%2.4 Ereb

%10.5 Koçberên Balkanê

%0 Koçberên Kafkasyayê

HDP

%1.3 Tirk

%32 Kurd

%30 Kurdên Zaza

%7.3 Ereb

%5.3 Koçberên Balkanê

%0 Koçberên Kafkasyayê

MHP

%8.2 Tirk

%0 Kurd û Kurdên Zaza

%19.5 Ereb

%0 Koçberên Balkanê

%33.3 Koçberên Kafkasyayê

Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê

%0.6 Tirk

%4.7 Kurd

%10 Kurdên Zaza

%0 Ereb

%10.5 Koçberên Balkanê

%0 Koçberên Kafkasyayê

Partiya Seadetê

%1.2 Tirk

%0 Kurd

%5 Kurdên Zaza

%0 Ereb

%5.3 Koçberên Balkanê

%22.2 Koçberên Kafkasyayê

Partiya Pêşerojê

%0.3 Tirk

%2.4 Kurd

%0 Kurdên Zaza

%0 Ereb

%0 Koçberên Balkanê

%0 Koçberên Kafkasyayê

Hilbijêrên Bêbiryar û Dudilî

%12.9 Tirk

%16.5 Kurd

%24.1 Kurdên Zaza

%2.4 Ereb

%0 Koçberên Balkanê

%0 Koçberên Kafkasyayê