Roja wê diyar bû: DEM Partî li Colemêrgê mîtingeheke mezin li dar dixe

09 June 2024 12:02 0 dîtin
Roja wê diyar bû: DEM Partî li Colemêrgê mîtingeheke mezin li dar dixe

PeyamaKurd – Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ragihand ku ew dê 13ê Hezîranê li Colemêrgê li dijî tayînkirina qeyûm bi ser şaredariyê de mîtingeke mezin a girseyî li dar bixin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, li navenda Giştî ya DEM Partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand, ew dê çalakîyên nerazîbûna li hember tayînkirina qeyûm li Colemêrgê berdewam bikin.

Dogan eşkere kir ku dê partiya wan 13ê Hezîranê li demjimêr 15:00 li Colemêrgê mîtingeheke mezin a girseyî li dar bixe û banga beşdariya wê mîtingî ji hemû bajarên din jî kir.

Ayşegul Dogan bal kişand ser ku Encûmena Şaredariya Colemêrgê li şûna Mehmet Sidiq ê hatiye girtin wekî hevşaredar Viyan Tekçe hilbijartiye û bang li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî kir, madem erkdarkirina qeyûm demkî bû, şaredariyê radestî şaredara hilbijartî bikin.