Demirtas: Divê partiyên opozîsyonê bên cem hev û berbijêrekî hevbes nîsan bidin

03 January 2023 14:31 0 dîtin
Demirtas: Divê partiyên opozîsyonê bên cem hev û berbijêrekî hevbes nîsan bidin

PeyamaKurd Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş diyar kir, “Divê partiyên opozîsyonê bên cem hev û berbijêrekî hevbeş nîşan bidin.”

Siyasetvanê Kurd Selahattin Demirtaş, li ser hilbijartinên 2023an de ji rojnameya T24 re nivîsek nivîsand. Demirtaş û da zanîn, desthilat ji bo ku hêza xwe ji dest nede, wê her tiştî bike û divê opozîsyon hişyar be.

Demirtaş eşkere kiriye: “27 partî beşdarî hilbijartinan dibin. 5 ji bloka desthilatê ne û 22 opozîsyon in. Eger 22 partiyên opozîsyonê nebin jî, gelo piraniya wan dikarin ji bo berbijêrekî hevbeş li ser 10 xalên demokrasiyê lihev bikin? Eger vê nekin wê karesat be. Tifaq ji bo bidestxistina parlamenterên zêde dikarin di nav xwe de lîsteyên hevbeş çêbikin? Eger vê yekê nekin wê bikovan be.”

Herwiha di beşeke din a nivîsa xwe de Demirtaş destnîşan kiriye: “Ez nabêjim pêwîst nake, wê kesek bi sedan, hezaran rûpelên beyannameyên hilbijartinê naxwîne û guh nade daxuyaniyên bi saetan, lê tekez wê çav û guhê xelkê li opozîsyonê be. Eger bi spotên sade bê nîşandan ku wê li ser çi deng bê dayîn, kolan zindî bên girtin û tevgera hevbeş û parastina sindoqan, wê opozîsyon tekez bi ser bikeve. Desthilat çi bike, bila bike, çi sextekariyan bike bila bike, xelkê biryara xwe daye.”

Herî dawî hevserokê berê yê HDPê behsa erka opozîsyonê di qonaxa niha de dike û dibêje, “Tişta dikeve ser milê opozîsyonê ew e; vê biryara xelkê bi hevbeşî veguherîne hêza guhertinê. Opozîsyona ku nikaribe vê yekê bike, wê di bin gunehekî dîrokî de be. Ji bo veguherîna hêza dengderan ku hema bêje %70 ye ji bo serkeftinê pêwîstî bi mûcîzeyekî nîne. Berovajî wendakirina opozîsyonê mûcîze ye.”