Partiyên Kurd ên Kerkûkê: Divê parêzgarê Kerkûkê Kurd be

21 July 2024 23:44 0 dîtin
Partiyên Kurd ên Kerkûkê: Divê parêzgarê Kerkûkê Kurd be

PeyamaKurd - Partî û aliyên Kurdistanî yên Kerkûkê tekeziyê li ser wê yekê kirin ku postê Parêzgeriyê yê Kerkûkê pişka Kurdan e û divê Kurdek bibe parêzger.

Civîna partî û aliyên Kurdistanî yên Kerkûkê îro hat kirin. Partî û aliyên Kurdistanî destnîşankirin ku divê Kurdek bibe parêzgarê Kerkûkê. Partî û aliyan herwiha daxwazê ji aliyên serkeftî yên Civata Parêzgeha Kerkûkê kirin ku ji bo xizmetan li Kerkûkê bike, di demeke kurt de Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê pêk bînin.

Di civînê de hemû alî hevnêrîn bûn ku di dema herî nêzîk de berpirsên yekem ên partî û aliyan civînekê pêk bînin.

Encumena Parêzgeha Kerkûkê pêncşema çûyî li avahiya Encûmena Kerkûkê yekem civîna xwe pêk anî.

Di civîna ku hemû endamên encumenê beşdar bûn de bernameya kar a Encumena Kerkûkê hate xwendin.