PDK: Divê em û YNK ji bo parêzgarê Kerkûkê bi Ereb û Tirkmenan re li hev bikin

24 July 2024 19:39 0 dîtin
PDK: Divê em û YNK ji bo parêzgarê Kerkûkê bi Ereb û Tirkmenan re li hev bikin

PeyamaKurd - Berpirsê mekteba rêxistina Silêmanî – Helebce û Raperînê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Husên, li Silêmaniyê serdana ofîsa berjewendiyên bilind ên YNKê kir.

Piştî serdanê Elî Husên ji rojnamevnan re axivî û got, ew ji bo pîrozbahiya destbikarbûna Şêx Cehfer Mistefa wek berpirsê ofîsa berjewendiyên bilind ên YNKê ew serdan pêk aniye û diyar kir: ‘’Em partiyên siyasî ne û nêrînên me yên cuda dibe hebin, lê bêguman xalên me yên hevbeş jî hene û berjewendiyên hevbeş ên xelkê Kurdistanê me kom dike.’’

Li ser mijara diyarkirina parêzgarê Kerkûkê Husên got: ‘’Navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi Kerkûk, Xaneqîn, Mûsil û Şingalê ve ew hemû bi hev ve girêdayî ne, ku beşek ji wan pêwendiya wê bi navxweyî ya me ve heye, beşek jî pêwendiya xwe bi partî û aliyên Iraqê re heye, bêguman ew jî bi yek alî tenê, ango bi me tenê çareser nabe.’’

Elî Husên da zanîin: “Li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bê ereb û tirkmenan, ne PDK, ne jî YNK em nikarin ti tiştekî bikin. Bi taybet em ger em YNKê re jî li hev bikin, em bi tenê nikarin ti tiştekî bikin. Em li Kurdistanê jî civiyan ji bo ku parêzgarekî kurd ê niştimanperwer û serbixwe diyar bikin, ku nûnerê her kurdekî resen ê Kerkûkê em deynin, lê me nekarî wê yekê bihevre bikin.’’

Husên got: “Her dema pêwîst bike di asta jor de civîn dê navbera PDK û YNKê de bê kirin, ji ber ku ti pirsgirêkek tine ku civîn neyê kirin.’’