PDK û YNK: Divê parêzgarê Kerkûkê Kurd be
PeyamaKurdî - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi armanca destnîşankirina parêzgarê Kerkûkê civîneke awarte pêk anîn.
Piştî civîna ku bi beşdariya endamên polîtburoyên PDK û YNKê ya li bajarê Dabaşanê, berpirsên her dû tevgerên mezin ên Kurd, bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku ew wek PDK û YNK, biryar dane ku parêzgarê Kerkûkê kesek Kurd be.
Di daxuyaniya hevbeş ku gringiya pêvajoya niha ya Kerkûkê hate destnîşankirin de hate teqezkirin ku di vê qonaxê de ji bo berjewendiya hemû hemwelatiyên Kerkûkê, PDK û YNKê li hev kirine ku parêzgeha Kerkûkê bi hemû pêkhateyên xwe ve ji aliyê parêzgarekî Kurd bê birêvebirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev şêwaz wê xizmeta xelkê bajar û bajarokên Kerkûkê bike.
"Parastina nirxên Kurdistanî erkê PDK û YNKê ye û hemû aliyên Kurdistanî ye"
Di daxuyaniya hevbeş a polîtburoyên PDK û YNKê de her wiha hate destnîşankirin ku her du alî, bi yekdengî, parastina statûya Herêma Kurdistan, destkeftiyên şoreşa Kurdistan û têkoşîna ku bi xwîna şehîdên Kurdistanê hatiye dayîn wek erkê xwe û yê hemû aliyên Kurdistanî dibînin.
PDK û YNKê di daxuyaniya hevbeş de her wiha amaje bi çareseriya pirsgirêkên siyasî û aborî yên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û gotin: "Divê her du alî, bi taybetî di warê derfetdarkirina jiyana gel, xizmetguzarî, budce û mûçeyên karmendan de hewl bidin ku bi giştî pirsgirêkan çareser bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin