Burhan: Divê serjimêrî li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanê bê pasxistin

10 November 2024 15:00 0 dîtin
Burhan: Divê serjimêrî li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanê bê pasxistin

PeyamaKurd - Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî Fehmî Burhan îro 10ê Mijdarê li ser  serjimêriya giştî ya xelkê Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, civîneke rojnamevanî saz kir.

Burhan di civînê got: “Em ne li dijî serjimariyê ne û wê pêwîst dibînin. Em di wê baweriyê de ne ku dê hin daxwaz û armancan pêk bîne, bi taybetî li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê.”

Burhan da zanîn: “Ji ber ku heta niha kêşeyên navçeyên Kurdistanî nehatine çareserkirin, em dixwazin serjimêrî were paşxistin, ta ku madeya 140 were bicihkirin yan jî rewşa siyasî ya baştir ji bo van herêman were dabînkirin.”

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî diyar kir: “Em qebûl nakin ku serjimêriya giştî ya nifûsê bi xala 140 a destûra Iraqê ve were girêdan. Em ditirsin ku ev pêvajo ji bo armancên siyasî were bikaranîn û me Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji vê yekê agahdar kiriye.”

Burhan got: “Zêdeyî 200 hezar malbatên kurd di encama proseya erebkirinê de ji Kerkûkê derketine.  Ji sala 2017’an û vir ve 62 hezar malbatên kurdên Êzidî ji Şingalê derketin.”

Herwiha Fehîm Burhan destnîşan kir, eger serjimêriya sala 1957ê ji bo serjimêriya Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî nebe bingeh, serjimêrî rewa nabe û nabe Kurd tê de beşdar bibin.

Biryar e serjimêriya giştî ya Iraqê roja 20ê Mijdara 2024an birêve biçe. Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistnê jî diyar kiribû ku ew ne li dijî pêkanîna serjimêriya giştî ne, lê nabe ev serjimêrî ji bo ti armanceke siyasî were bikaranîn û nabe şûna ti rêkarên destûrî yên ku di madeya 140 a destûrê de hatine diyarkirin, bigire.