PDK: Divê serjimêriya Kerkûkê pistî bi cihanîna Maddeya 140î bê kirin

23 September 2024 15:00 0 dîtin
PDK: Divê serjimêriya Kerkûkê pistî bi cihanîna Maddeya 140î bê kirin

PeyamaKurd - Berpirsê Liqa 3yem a PDKê Mihemed Kemal bang kir û got: "Divê serjimêra Kerkûkê, piştî bi cihanîna maddeya 140 bê kirin. Ji ber vê yekê divê serjimêrî bê taloqkirin.

Berpirsê Liqa 3yem a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mihemed Kemal îro, bi daxuyaniyeke çapemeniyê daxwaza taloqkirina pêvajoya serjimêriyê ya Kerkûkê kir û got: "Divê serjimêrî piştî bi cihanîna madeya 140î bê kirin.

Mihemed Kemal herwiha daxwazê li kesên ku ji Kerkûkê çûne Hewlêr û Silêmaiyê kir ku ji bo xwe di qonaxên dorpêç û hejmartinê de tomar bikin vegerin Kerkûkê.

Mihemed Kemal got: “Divê ji bo rewşa Kerkûkê lez neyê kirin. Rewş bê asayîkirin û paşê pêvajoya serhejmêriya giştî ya Kerkûkê bê kirin. Loma jî em daxwazê dikin ku ev pêvajo bê taloqkirin. Ji ber ku madeya 140î nehatiye bi cihanîn, divê ji bo serjimêriyê lez neyê kirin.”

Mihemed Kemal herwihaa destnîşan kir ku eger welatiyên Kerkûkî yên ji Kerkûkê çûne venegerin warê xwe, mafên wan ên alîkariyên dana xwirek û pişka neftê û hemî alîkariyên din tên birîn ew ê ji hemû maf û alîkariyan bên bêparkirin û got: "Loma em daxwazê dikin ku hemî kesên ji Kerkûkê çûne seranserê Herêma Kurdistanê vegerin warê xwe.”

Berpirsê Liqa 3yem a PDKê da zanîn ku li gel rêkar û rênimayiyên serhejmêriya giştî jî, derfet heye ku 3 malbat xwe di xaniyekî de tomar bikin û navên xwe binivîsin û wiha dom kir: “Welatiyên Kerkûkî yên li derveyê Kerkûkê ne, dikarin vegerin û xwe li malên nasên xwe tomar bikin.”

Erebkirina gundewarên Kerkûkê

Mihemed Kemal, li ser pêvajoya Erebîkirina Kerkûkê jî wiha axivî: “Li gundê Zertikê, heta 1988an ku hat wêrankirin yek malbateke Ereb tunebû, lê belê niha di qonaxa dorpêç û hejmarlêdanê ya pêvajoya serhejmêriyê de nêzîkî 28 malbatên Ereb û heşt malên Kurdan lê hatine tomarkirin. Di demekê de ku nêzîkî 250 malbatên resen ên xelkê wî gundî li deverên Kurdistanê belav bûne û Ereb li cihê wan hatine tomarkirin. Nibûneyên bi vî awayî jî metirsiyên serhejmêriya giştî ne. Ji ber van sedeman em daxwaz dikin ku beriya 5ê Cotmehê welatiyên resen ên Kerkûkê vegerin Kerkûkê û eger malên wan rûxuyabin û nemabin, xwe li malên xizm û nasên xwe tomar bikin. Çend roj berî 20ê Mijdara îsal jî li wan malan amade bibin da ku qedexeya hatin û çûnê nebe rêgir ji bo tevlî serhejmêrî bibin û bên tomarkirin.